13:12:55
Rojava News: Cîgirê Berdevkê NY Ferhan Heq derbarê pirsyara referandûm û serxwebûna Kurdistanê de wiha got; "Ya yekemîn, em rêzê ji serweriya yekparçebûna xaka Iraqê re digrin.Di encamê de jî ev mijar dimîne ser milê aliyên iraqî. Hikûmeta federalî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi hev re li ser vê pirsê biryara xwe bidin."
Li gorî nûçeya Rûdawê, Cîgirê Berdevkê NY Ferhan Heq derbarê pirsyara referandûm û serxwebûna Kurdistanê de wiha got; "Ya yekemîn, em rêzê ji serweriya yekparçebûna xaka Iraqê re digrin. Di encamê de jî ev mijar dimîne ser milê aliyên iraqî. Hikûmeta federalî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi hev re li ser vê pirsê biryara xwe bidin."
Derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî Ferhan Heq diyar kir, ev yek jî bi Hewlêr û Bexdayê ve pêwendîdar e.
Ferhan Heq diyar kir ku"ne rast e ez bêjim di vê mijarê de Neteweyên Yekbûyî aliyekê digire. Em daxwaza gotûbêjê dikin."
Herwiha li gorî heman malperê, dîplomatkarekî payebilid ê Wezareta Derve ya Brîtanyayê derbarê serxwebûna Kurdistanê de ragihandiye ku "ew vê mijarê ji bo Bexda û Hewlêrê dihêlin û divê bi diyalog were çareserkirin. Ev yek di heman demê de helwesta Amerîka û Fransayê ye jî".