Print this page

Hikûmeta Kurdistanê li ser referandomê bi konsolên welatên biyanî re dicive

13:47:08

 

 

Rojava News: Şanda hevbeş ya YNK û PDKê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser referandoma serxwebûnê bi dîplomat û konsolên welatên biyanî yên li Kurdistanê re hevdîtin bikin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, şanda YNK/PDK û berpirsên Hikûmeta Kurdistanê dê sibê (10 vê mehê) saet 14:30 li Hewlêra paytext bi dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re li ser referandomê bicivin.

Di wê civînê de dê behsa referandomê û xebatên ku bo referandimê hatine kirin, bê kirin û nûnerên welatên biyanî re rewşa dawî ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî were şirovekirin.

Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî beriya niha ji BasNewsê re gotibû, referandoma serxwebûna Kurdistanê dê îsal were encamdan.

Li Herêma Kurdistanê 36 konsolxane û nûnertiyên biyanî hene ku 20 jê konsolxane ne û yên din jî nûnertî û ofîs in.