Print this page

Asayişa Efrînê welatiyekî Almanya girtiye

12:44:32

 

Rojava News: Navenda Demokrasîiyê Ji Bo Mafên Mirovan ragihand, ku Asayişa Efrînê welatiyê kurd Şaban Şêxo ku hevdem hevwelatiyê Almanyayê ye jî, ji roja 4ê Nîsana 2017an ve girtiye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Di daxuyaniyekê de Navenda Demokrasiyê Ji Bo Mafên Mirova ku baregeha wê li bajarê Hanoverê yê Almanyayê ye, diyar kir, ku welatiyekî kurd ji aliyê Asayişa Efrînê ya ser bi PYDê ve hatiye girtin.

Navenda Demokrasiyê ragihand, ew kesê ku hatiye girtin, di heman demê de hevwelatiyê Almanya û endamê Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriyê (PDK-Sê) ye.

Li gorî navenda navborî, navê wî kesî Şaban Şêxo ye û xelkê gundê Şêx Mihemed ê ser bi bajarokê Racû yê Efrînê ve ye.

Hatiye ragihandin, Şaban Şêxo berî demekê ji Almanyayê vegeriyabû Rojavayê Kurdistanê.

Naveda Demokrasiyê Ji Bo Mafê Mirovan da zanîn, ku berî 3ê mehan, heman kes ji aliyê Asayişê ve hatibû girtin û rastî lêdanê hatibû, ji ber ku, li gorî navendê, wî red kiribû ku bacên neyasayî bide komîteyên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve.