Print this page

Kolberek din ê kurd ji ber ji zinarekê de berbû!

13:01:08

 

Rojava News: Li gor nûçeya malpera Hengaw a taybet bi mafê mirovan li rojhilatê Kurdistanê, îro 17.04.2017ê kolberek ciwan ê rûniştvanên gundê Jîwar a ser bi bajarê Sewlawa ya li parêzgeha Sine, dema kolberî de li zinarekê ve ketxwar û jiyana xwe ji dest da.

Li gor malpera Hengaw ew bûyer îro pêkhatiye û ew kolberê ciwan nêzîk gundê Tete di zinarekê de ketiye xwar û yekser jiyana xwe ji dest daye. Herwaha hat zanîn navê wî kolberî Nezîr Edak e û temenê xwe jî 20 salbûye û xelkê gundê Jîwar bûye.

Hat zanîn ji destpêka salê heta naha 70 kolber bune qurbanî.