12:23:10
Rojava News: Zêdetirî 100 Kurdên Rojavayê Kurdistanê û xelkê Sûriyê, ku li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê asê mabûn, cardin vegeriyan Başûrê Kurdistanê û li cihekê ewle ne.
Yek ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di nava wê koma asêbûyî de bû, ji Rûdawê re ragihand, ku hejmara kesên ku li ser sînor asê bûbûn, 115 kes bûn.
Wî kesî herwiha got, ew 115 kes di navbera navçeya Soran û navçeya Şemzînanê de li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de asê mabûn û leşkerên Tirkiyê rê nedidan wan, ku derbasî aliyê sin ê sînor bibin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li ser sînor asê bûbûn, bi riya Rûdawê banga alîkariyê kirin û daxwaz ji saziyên mafên mirovan kirin, ku xwe bigihînin wan û bi hawara wan ve biçin.
Li gorî agahiyan, li aliyê Şemzînanê leşkerên Tirkiyê dema ku wan kesan dibînin, rê bi derbasbûna wan nadin û careke din wan vedigerînin ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Her 115 kes piştî wê yekê li gundê Şaneşa yê girêdayî nahiyeya Sîdekanê li Başûrê Kurdistanê asê dimînin.
Ew 115 kes bo dema çend saetan li çiyayên ser sînor asê mabûn, lê belê li gorî zanyariyên ku nû gihîştine Rûdawê, her 115 kes niha cardin karîne paşve vegerin û li nav axa Başûrê Kurdistanê û cihekê ewle ne.
Di nava wan koçberan de, hejmarek zêde ya jin û zarokan jî hene.