Print this page

Kurdên êzidî Çarşema Sor pîroz dikin

12:40:50

 

Rojava News: Cejna serê salê ya kurdên êzidî, li gorî Salnameya Rojhilatî, her sal dikeve yekemîn çarşema heyva Nîsanê. Roja berî cejnê kurdên êzidî ji deverên cuda berê xwe didin perestgeha Laleşê û 366 çirayan pêdixin. Weke ew dibêjin, ev cejin cejna hemû mirovatiyê ye.i

Cejna serê salê ya kurdên êzidî, li gorî Salnameya Rojhilatî di yekemîn çarşema serê Nîsanê de tê pîrozkirin. Di vê cejnê de kurdên êzdî li deverên cuda yên Kurdistan û cîhanê qesta Perestgeha Laleşê dikin û 366 çirayan hildikin. Ew dibêjin ev cejin ya hemû mirovahiyê ye.

Jin û keçên ji destê DAIŞê rizgar bûne, jî di vê cejnê de li Laleşê, li gorî dabûnerîtên xwe yên olî xwe helal dikin. Yek ji wan keçikan ev 2 roj in ji destê DAIŞê rizgar bûye. Kesayetên olî pêşwaziya wê dikin. Ew li cihên cuda yên perestgehê digere, bi ava Laleşê tê mohrkirin.

Hilkirina 366 çirayan li Sûka Merîfetê ya di nava Perestgeha Laleşê de, nîşaneke cejna serê salê ye, ku kurdên êzidî bi regezên cuda bi hevre beşdar dibin.

Li gorî ola êzidiyatiyê Laleş yekemîn cihe ku li ser rûyê erdê hatiye mehîn û bûye erd. Lewma ew Laleşê pîroz dibînin.

Perlemantoya Kurdistanê ji bo rêzgirtina êzdîtiyê, di sala 2010ê de biyar da, roja cejnê li hemî dezgehên fermî yên Kurdistanê bêhnvedana fermî be.