12:44:12
Rojava News: Wezareta Berevaniya Kanadayê ragihand ku hêzeke nû ku ji 60 leşkeran pêk tê dişîne Herêma Kurdistanê.
Wezareta Berevaniya Kanadayê 18ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand: "Hêzeke nû ya Kanadayê, duh ji binkeya leşkerî ya eyaleta Alberta bi rê ketiye da ku li Yekîneya 430 ya Teknîkî bi cih bibe ku ew yekîne di meha yekem a sala 2016an de li bakurê Iraqê hatibû erkdarkirin."
Di nav hêza nû ya Kanadayê de 60 leşker û helîkopterek heye ku li nêzîkî bajarê Hewlêr dê bi cih bibe.
Hat diyarikirin, Kanadayê biryar daye ku ji bo sala 2017an erka hêzên xwe yên li herêmê dirêj bike û ji ber vê yekê jî hêzên xwe diguherîne.