Print this page

Li Kirmaşanê 2 welatiyên kurd hatin girtin

13:22:29

 

Rojava News: Di wan çend rojên borî de hêzên ewlehiya Îranê li bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê herî kêm 12 hemwelatiyên kurd girtin.

Li gor raporta malpera Hengaw di rojên borî de hêzên Îtlaatê yên sipaha pasdaran li Pawe bê moleta yasayî û dadgehê êrîş kirine ser malên xelkê û 12 hemwelatî girtine.

Li gor heman çavkaniyê heta naha nav û nasnameya 5 kesên girtî aşkera bûye û navên wan waha ye: Cuneyd Hîdayetî, Ferîd Ehmedî, Soran Ehmedî, Dilsoz Mihemedî û Erselan Ehmedî.

Hat zanîn ew 5 kese ji ber peyvendiyên wan li gel partiyên kurd ên dijberê Îranê hatine girtin û naha li girtîxaneya siyasî ya ‘’Meydan Newt’’ a Kirmaşanê de girtî ne.