13:51:26
Rojava News: Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel piştî serdana xwe ya Bexdayê şeve din gihîşte Hewlêrê û tê pêşbînîkirin ku îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel duhî şevê din piştî serdana Bexdayê hate Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji terefê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.
Li gorî zanyariyan, Sigmar Gabriel îro wê ligel Serokwezîr Neçîrvan Barzanî hevdîtinekê pêk bîne û piştî civînê wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re were cem hev. Herwiha mijara sereke ya hevdîtinan, bidawîanîna rêxistina terorîst a DAIŞê û rewşa piştî DAIŞê ye. Dibe di hevdîtinan de mijara referandum û ragihandina serxwebûna Kurdistanê jî were gotûbêjkirin.
Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku Almanya ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha zêdetirî 2 hezar ton çek û teqemenî ji bo Hêzên Pêşmerge şandine Kurdistanê. Çekên ku herî zêde bûne alîkar, çeka Mîlanê ku wesayîtên bombekirî îmha dike.