13:58:18
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, ew kesên ku rexne li referandumê digrin, rewşa niha baş fêm nekirine.
Îro 20ê Nîsana 2017an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel piştî hevdîtinê konferansa rojnamevaniyê li dar xistin.
Mesûd Barzanî di konferansê de li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir: “Biryara referandumê hatiye dayîn û aliyên pêwendîdar bi destnîşankirina wext û pêngavên wê mijûl in. Ew kesên ku rexne li referandumê digrin, rewşa niha baş fêm nekirine.”
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel jî li ser cihêbûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê got: “Ev babeteke navxweyî ye. Kurd bi xwe dizanin ji bo Kurdistanê tiştê herî baş çi ye û pêwendiya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê jî, tiştekî navxweyî ye.”
Di konferansê de Sigmar Gabriel herwiha diyar kir, ew rêzê li jêhatîbûna Pêşmerge digrin ku di şerê li dijî DAIŞê de xwe nîşan dane û aşkere kir, ku her çend şandina çekan a ji bo Pêşmerge neyasayî jî bûye, lê zehmetiyên ku Pêşmerge kişandine wisa kiriye ku ew bêyî dudilî alîkariya hêzên Pêşmerge bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî diyar kir, ku hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de erka xwe bi cih aniye.