Print this page

Kurdên Rojava li Cezayîrê hawarê dikin

12:34:33

 

Rojava News: Li ser sînorê Cezayîr û Mexribê, hejmareke ji malbatên kurdên Rojavayê Kurdistanê asê mane. Di nava wan de jin û zarok jî hene.

Malbatên kurd dixwestin, ji Cezayîrê derbikevin û ji ser Mexribê re biçin Îspanyayê.

Ew malbat niha li ser sînor asê mane, xwarin, vexwarin û pêwîstiyên sereke yên jiyanê bi dest wan nakeve.

Malbatan bi riya Rûdawê bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kirin, ku xwe bigihînin hawara wan.

Ew dibêjin, di vê rewşê de ne dikarin derbasî Mexribê bibin ne jî dikarin careke din vegerin Cezayîrê.