Print this page

Qamişlo Roja Rojnemegeriya Kurdî bibîr anî

12:38:10

 

Rojava News: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Roja Rojnemegeriya Kurdî di seyranekê de li gel xelkên deverê vejand. Hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û rojnemevanên herêmê beşdarî çalakiyê bûn û rewşa rojnemegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gengeşe kirin.

Bi bûneya 119emîn salvegera Rojnemegeriya Kurdî û piştî 6 salan ji kirîza Sûriyê, yekemîn car ev roj ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve di sînga xweristê de hate vejandin.

Derbarê rewşa rojnemegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, cîgirê seroka yekîtiya navhatî dibêje ku, tevlî hin pirsgirêk û astengiyan, lê ta radeyekê tevgera rojnemegeriyê gijiştiye asteke bilind.

Aliyek ji programê vê çalakiyê gengeşeya rewşa rojnemegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Kesên beşdar tevgera rojnevanan û ragihandina ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê kar dikin. nirxandin û piraniya nerînan tekez kirin ku, pêwist e atmosferên azad ji rojnemegeriyê re bêne dabînkirin, ta ku karibe bi erkê xwe rabe.

Li gorî hin şopîneran, ragihandina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ta radeyekê ne di atmosfereke azad û guncaw de birêve diçe û behaneya wan jî ew e, ku rojnemevan têne armanckirin û di heyama 5 salên bûrî de hejmareke mezin ji rojnemevanan canên xwe ji dest dane û hejmarek jî hatine binçavkirin.