Print this page

Li Efrînê şerîeta îslamî tê bicîhkirin

Rojava News: Berpirsekî koma çekdarî ya sûrî ya bi navê Cebheya Şamî ragihand ku ew dixwazin bi rêya rêkeftina ligel YPGê li Efrînê bidin xuyakirin ku ew herdu li dijî rêjîma Esed yek in û got ku mebesta wan ne ew e ku li ser xelkê bibin desthilatdar ji ber ku, li gorî gotina wî "Efrîn axa me hemûyan e".

 

 

 

Rayedarekî Cebheya Şamî (El-Cebhe El-Şamiye) bi navê Şêx Ebdullah El-Osman ji Rûdawê re ragihand ku pêwîstî bi karê hevbeş navbera wan û YPGê li hember metirsiyên li ser Efrînê heye û got ku ewê pisporên xwe yên serbazî ji YPGê re bişînin û di beramber de dê YPG alîkariya wan di organîzekirina jiyana xelkê de bike.

 

 

 

El-Osman got ku ew yasayên ku wan û YPGê li ser wan lihev kirine bi kêrî her kesî tên, çi sekolar be û çi jî Îslamî be û got ku ewê hidûdên Îslamî rawestînin heta ku dewlet careke din were avakirin, ji ber ku, li gorî gotina wî, niha serok û dadgehên Sûriyê ne rewa ne.

 

 

 

Wî rayedarê El-Cebhe El-Şamiye herwiha got ku hêzên wan li ser sînorê Efrînê ne û ew rojane derbasî Efrînê dibin.

 

 

 

Îro YPG û El-Cebhe El-Şamiye ku mezintirîn hêza dijberiya Sûriyê li Heleb û gundewarên wê ye, gihiştin rêkeftinekê li ser bicîhkirina şerîeta Îslamî li Efrînê.

 

 

 

Ew rêkeftin li ser rûpela fermî ya Twîtterê ya El-Cebhe El-Îslamiye hatiye belavkirin. Rêkeftin ji 3 xalan pêk tê; xala yekem, yekxistina peyrewa navxwe ya herdu aliyan di dadgehan de ye daku bi şerîeta Îslamê hukum bikin.

 

 

 

Xala duyem ji rêkeftinê vekirina ofîsên şer’î û şopandina karûbarên mizgeftan e û herwiha lidarxistina nimêj û gotarên înê li Efrînê ye.

 

 

 

Di rêkeftinê de herwiha hatiye gotin ku divê kesên gendeliyê dikin werin cezakirin û divê mafên xelkê ji wan re bên vegerandin û ev jî xala sêyem ji rêkeftinê ye.