Print this page

Navê Beşîkçî li Zanîngeha Dihokê

 

 

Rojava News: Di Zanîngeha Dihokê de li ser navê sosyolog Ismaîl Beşîkçî navendek lêkolînê hate vekirin.

Li zanîngeha Dihokê bi beşdariya kesayetî û navên diyar Yekem Konferansa Navneteweyî ya Zanistê hate lidarxistin. Herweha bi navê sosyolog û zanyar Îsmaîl Beşîkçî Navenda Lêkolînên  Mirovayetî hate vekirin.

Yekem çalakiya vê navendê lidarxistina “Konferansa Kurdistan piştî DAIŞê, pirsa nasname û sînoran” bû. Di Konferansê de gelek kesayetî ji Ewrûpa, Tirkiye, Iraq û Kurdistanê beşdarî kirin.