Print this page

Di bombebarana balafirên Tirkiyeyê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

10:27:10

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li çiyayê Şingalê di bombebarana balafirên şer ên hêza hewayî yên Tirkiyeyê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 9 birîndar bûn.

Balafirên şer ên hêzên hewayî yên Tirkiyeyê şevê din seet li dora 02.00an herêma çiyayê Şingalê yê Herêma Kurdistanê û herêma çiyayê Qereçoxê ya Rojava bombebaran kiribû.

Li gorî nûçeya Rûdawê di êrişa balafirên hewayî yên Tirkiyeyê li çiyayê Şingalê de 5 Peşmergeyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û 9 Pêşmerge jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê, balafirên Tirkiyeyê çiyayê Şingalê li Deriyê Geliyê Kesrê bombebaran kirine û ji bo ku YBŞê baregeha xwe vala kiribû li wir şervan tunebûn.

Hat ragihandin ku hetanî berê sibehê jî denge balafirên Tirkiyeyê ji herêmê dihat bihîstin û Pêşmergeyên ku di bûyerê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên Dihokê.

Herwiha balafirên Tirkiyeyê şevê din di heman demê de êriş birin ser herêma Qereçoxê ya Rojava û li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê di wê êrişê de jî şervanên birîndar û yên ku jiyana xwe ji dest dane hene.