Print this page

Amerîka: Em ji êrişên Tirkiyê dilgiran in

8:15:53 AM

RojavaNews: Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser êrişên esmanî yên firokeyên şer ên Tirkiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ragihand, êriş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatiye pejirandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser bombebarana îro ya Çiyayê Şingalê li Başûrê Kurdistanê û Çiyayê Qereçoxê li Rojavayê Kurdistanê helwesta vê wezaretê aşkere kir.

Mark Toner got, ku ew ji êrişên esmanî yên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê nîgeran in.

Toner herwiha da xuyakirin, ku Hevpeymaniya Navdewletî êrişên esmanî yên Tirkiyê nepejirandiye.

Toner tekez kir: “Em ji ber pêkanîna êrişên ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê bêyî hemahengiya li gel Amerîkayê û ne jî li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, gelek dilgiranin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir: “Me dilgiraniya xwe gihande hikûmeta Tirkiyê.”

Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro sêşemî Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest dan. Hewiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.

Herwiha firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.