Print this page

Senatorekî Amerîkî: Divê Amerîka yekser çekan bide Pêşmerge

12:18:09

 

Rojava News: Senatorekî Amerîka dibêje, divê Amerîka yekser çekan bide Pêşmerge ne bi destûra Bexdayê.

Senatorekî Amerîka bi navê Marko Robiyo, ku endamê Partiya Komariyan e, ji televîzyona K24 re gotiye, piraniya siyasetmedarên Amerîka ji wê yekê nerazî ne dema Amerîka bi destûra Iraqê çekan dide Pêşmerge.

Marko Robiyo her wiha gotiye, em dixwazin êdî Amerîka yekser çekan bide Pêşmerge ji ber ku kurd di şerê terorê û DAIŞê de hevpeymanekî xurt û girîng yê Amerîka ne, ji ber wê jî pêwîst nake bi rêya Bexdayê re vê yekê bikin.