12:46:00
Rojava News: Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî dibêje, em li bendê nebûn Tirkiye li Şingalê bide.
Duh balafirên şer yên Tirkiyê li çeperên PKê yên li çiyayê Şingalê dan, baregehên Pêşmerge jî ketin ber wê êrişê û di encamê de komek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.
Li ser wê êrişê Mesrûr Barzanî ji rojnameya New York Times re gotiye, êrişa balafirên şer yên Tirkiyê li ser çiyayê Şingalê sûrprîz bû ji ber ku heta niha tiştekî wisa nebibû. Berê tenê deverên sînorî bordûman dikirin. Ji ber wê jî ji Tirkiyê hatiye xwastin li ser vê yekê daxuyaniyê bide.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê daye xuyakirin ku ew hêvîdar in êrişa li ser baregehên Pêşmerge bi xeletî be û gotiye, heta niha Tirkiyê di tiştek li ser wê bûyerê ji me re negotiye.