12:01:52
Rojava News: Arteşa Tirkiyê hejmareke zêde leşker û wesaîtên leşkerî şand bajarê Kîlîsê ya li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de tankên ku topên obûsê berdidin û wesayîtên ku mûşekan berdidin digel hejmarek zêde leşkeran şand bajarê Kîlîsê û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bicih kir.
Hat zanîn şandina wesayîtên leşkerî di çarçoveya êrîşên di navbera YPG û Arteşa Tirkiyê de pêk hatiye û dê hejmarek tankên ku obûsan berdidin li herêma Afrînê jî werin bicihkirin.
Arteşa Tirkiyê li bajarê Rihayê û Serêkaniyê jî bergiriyên xwe yên ewlekariyê zêdetir kiriye û dehan wesayîtên zirxpoş daniye ser sînor.
Piştî êrişa asmanî ya Tirkiyê li ser Şengal û Qereçoxa Rojavayê Kurdistanê, aloziya navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirk berdewam dike. Artêşa Tirk jî çend rojin ji Efrînê heta Dêrikê gelek xalên YPG topbaran kiribûn. YPG jî dabû xuyakirin, li gelek deveran bersiva topbaranê hatiye dayîn.