Print this page

Amerîka hêzekê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê bi cîh dike

12:04:47

 

Rojava News: Artêşa Amerîkayê hêzeke leşkerî li ser sînorê di navbera rojava û bakûrê Kurdistanê de bicîh kir.

Berdevkê wezareta berevaniya Amerîkayê Jeff Davis ragehand, hêzên Amerîkayê bi dirêjayiya sînor belav dibin û naha geheştine bajarokê Dirbesiyê yê rojavayê Kurdistanê.

Jeff Davis ragehand, ku ew hêza Amerîkayê erkê rotinî yên xwe dê bicîh bîne û ne ji bo navberkariya di navbera artêşa Tirkiyê û grubên ser bi PKKê li rojavayê Kurdistanê ne.

Amerîkayê derbarê bicih kirina leşkerê xwe yên li ser sînor de daxuyanî da © Sputnik/ Hikmet Durgun

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis derbarê bicih kirina wesayîtên zirxî yên li ser sînorê Tirkiye û Rojava ya Amerîkayê de axivî û got: "Em hemû aliyan bang dikin ku li dijî dijminê hevpar DAIŞê têbikoşin, HSD jî tevlî vê bangî ye."

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis derbarê bicih kirina wesayîtên zirxî yên Amerîkayê li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê de axivî.

Davis, "Leşkerên amerîkî yên bi Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ya hevkarê me yê li Sûriyeyê re tevdigerin. Sînor jî, tevlî herêmên ku em tevdigerin. Lê Davis bersiva, pirsa ev yek bo şer di navbera YPG û Tirkiyeyê de dernekeve ye an ne, neda.

Davis, li ser pirsa ev pêngaveke ku temînatekî bidin YPGê ye an ne wiha bersivand: "Em bangî têkoşîna li dijî DAIŞê li hemû aliyan dikin, HSD jî tevlî vê banga me ye. HSD niha operasyona Reqqayê pêk tîne, em naxwazin ku li cihekî din jî şer bikin.