12:22:05
Rojava News: Hat ragihandin ku li Amedê ji bo ku rengên kesk, sor zer nayên ba hev laleyên zer hatine qûrmiçandin.
Li gorî nûçeya li ser Dihaberê hatiye belavkirin demek berê li Amedê li reflûjan laleyên sor û zer hatine çandin. Lê ji ber ku gîha jî kesk bû dîmenên kesk, sor û zer derketin holê.
Hat îdiakirin ku ji ber vê yekê laleyên zer ji aliyê Midûriyeta Kar û Barên Hawîrdorê ve hatin qûrmiçandin. Tê gotin ku midûriyetê derbarê vê yekê de diyar kiriye ku wan bi qestî neqûrmiçandine û dibe ku ji ber baranê çilmisî bin.