Print this page

Parlamentoya Ewropayê: Xelkê Şingalê bûne qûrbaniyên rikberiyên hemû aliyan

12:14:10

 

Rojava News: Ji Parlamentoa Ewropayê 70 parlementer derbarê êrîşên Artêşa tirk ên bi ser Şingalê de daxuyaniyek weşand û da zanîn xelkê Şingalê bûne qurbaniyên rikberiyên hemû aliyan.

Parlamenteran di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên Artêşa tirk û wiha got:"Êrîşên Artêşa tirk êrîşên li dijî hebûn û serdestiya Iraqê ye û xelkê Şingalê bûne qurbaniyên van êrîşan. 70 Parlementerên Parlamentoya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya binavê "Daxwaza Aştiyê" de û wiha got:" Êrîşê ser serxwebûna Iraqê hat kirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Xelkê Şingalê bûne qurbaniyên rikberiyên gelek aliyan."

Her wiha parlementeran xwest ku azadiya xweseriya şingaliyan jî bê dayîn.