Rojava News: Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Grl (YPG) li gundên derora Kobanî pêşve diçin û heta niha zêdetirî 100 gund ji destê DAIŞê derxistine. Herwiha zêdetirî 15 çekdarên DAIŞê ji çeperên şer li Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve reviyan.
Şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û rêxistina DAIŞê de li derdora bajarê Kobanî berdewam dikê û hejmara gundên ku ji rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin 100 gund derbas kiriye.
Hêzên kurdî li rojhilatê Kobanî derdora 20 km pêşve çûne û şervanên Kurd bi piştgiriya topbarana Pêşmerge û bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî, gihiştine nêzîkî gundê Qeremox.
Li gor hatiye zanîn; Li aliyê başûrê Kobanî jî bi derdora 25 km, hêzên kurdî li derdora gundê Kofî ne û li ser rêya Helebê jî gundê Rovî derbas kirine.
hemendemê; Li aliyê rojavayê Kobanê jî hêzên kurdî derdora 20 km pêşve çûne û niha li derdora gundê Qereqo ne.
15 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Kobanî ji ber hêzên kurdî reviyan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.