11:34:21
Rojava News: Ji ber roja karkerên cîhanê, serokê herêma Kurdistanê peyamek belav kir û roja 1ê Gulanê ya cejna karkeran pîroz kir û diyar kir, divê herêma Kurdistanê derbarê başkirina debara karkeran de gav bavêje.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser tora civakî ya facebookê peyamek belav kir û ragehand: ‘’Bi boneya roja cîhanê ya karkeran û ez 1ê Gulanê cejna karkeran bi awayeke herî germ pîrozbahiyên xwe ji hemû karkerên Kurdistanê û sendîkaya karkerên Kurdistanê û rêxistinên li dû mafên karkeran digerin dikim.’’
Herwaha got karker çînê herî zihmetkêş û westyayî yên welatin û xwedî rola bi bandorin di pêşketina aboriya civakê û bidestxistina asûdeyî û debara hemwelatiyan de û ez destxweşiyê li erk û westandina wan dikim’’
Serokê herêma Kurdistanê teqez kir: ‘’Rêz li mafên karkeran girtin û ji bo baştir bikarin debara xwe bikin divê dadperwerî li ber çav re bê derbaskirin, herwaha amajeyekin bo pêşketina mirovî, aborî û divê Kurdistan di vê mijarê de pêngavan bavêje’’ herî dawiyê jî hêviya şadî û bextewerî bo karkeran xwast.