23:23:35
Rojava News: li Amedê 17 akademîsyenên ku zêdetirên wan Profesorin û bi rêya Qerarnameyên di Huqmê Qanûnan de ji karên xwe hatibûn derxistin di malên wan de lêgerîn hat kirin. 17 Akademîsyen hatin desteserkirin.
17 Akademîsyenên ku di Unîversîteya Dicleyê de bûn û bi Qerarnameyên Huqmên Qanûnan ji karên xwe hatibûn dûrxistin bi operasyonekî polîsan hatin desteserkirin.
Akademîsyenan tevli 1200 akademîsyenên dî ji bo pirsa kurd di bin daxuyaniya "Em dê nebin şirîkê vê sûcê" îmze dabûn û ragihandibûn berdestê hikûmeta Tirkiyeyê.
Ji aliyê EGÎTÎMSEN a Amedê ve hat ragihandin polîsan di malên van akademîsyenan de lêgerîn kirine û dawiyê ew desteser kirine.