Print this page

Rusya jî leşkerên xwenrêkirin ser sînorê Rojava-Tirkiyê

12:57:53

 

Rojava News: Artêşa Rusiyayê bi zirpoş û otomobîlên xwe yên leşkerî li ser sînorê Efrînê û Tirkiyê dest bi tevgerên xwe yên leşkerî kir.

Li gor wêneyên ku di torên civakî yên li ser înternetê de hatine belavkirin, leşkerên Rûsya bi wesayitên xwe yên zirêpoş û otomobîlên leşkerî li ser sînorê Efrînê û Tirkiyê digerin.

Li gor hin malperên nîzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Rûsya hêzên xwe li gelek deverên sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) belav kiriye.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê û medyayên ser bi wê hêzê ve ragihandine, Rûsya jî wek Amerîkayê, li sînorê Efrînê dest bi tevgerên xwe yên leşkerî kiriye, da ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bo ser herêma Efrînê û navendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê bigire.

Hêzên Amerîkayê her ji sînorê Kobanî bigire heta sînorê Dêrikê li sêgoşeya navbera Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê hatine bicihkirin.