13:28:31
Rojava News: Grûpên çekdar Sûriyê kampa Robar ya koçberan ya li Efrînê bi 4 topan armanc kirin û 4 koçber birîndar dibin.
Peyamnêrê K24ê ragihand, şeva borî grûpên çekdar Sûriyê kampa Robar ya koçberan ya li Efrînê bi 4 topan armanc kirin û 4 koçber birîndar dibin.
Li gor zanyariyên peyamêrê K24ê, birînên wan koçberan sivik bûn û li nexweşxaneyeke meydanî li Efrînê hatin dermankirin.
Hat zanîn ku ew kamp ji aliyê grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê ve hate armanckirin. Piştî armanckirinê jî piraniya koçberan ji kampê derketin.
Kampa Robar li başûrê Efrînê dikeve û nêzîkî 5 hezar koçberên derdora Helebê li bich dibin.