22:47:03
Rojava News: Asayişa Rojava nivîsgehên ENKSê yên li Qamişlo û Çilaxa bi muhra sor girtin û sê kes jî binçav kirin.
Li gorî agahiyên ku ji ser medyaya Rojava hatine girtin, Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li taxa Siyahî de girtin.
Di heman demê de asayişa Çilaxa jî nivîsgeha Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik ya ENKSê girtin û Serokê Xwecehiyê Ebdulxefar Mihemed û 2 endamên din bi navê Elî Ferso û Fewaz Mihemed binçav kirin.