Print this page

50 gundên din li Kobanî hatin rizgarkirin

Rojava News: Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd li Kobanî 50 gundên din ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

 

Hêzên kurdî li hersê çeperên şer li Kobanî pêşde diçin û heta niha zêdetirî 150 gund kontrol kirine.

 

Li rojhilatê Kobanî bi derdora zêdetirî 25 kîlometran, şervanên YPGê bi  piştgiriya topbarana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî, gundê Qeremux derbaskirine û ber bi gundê Bexdikê ve pêşde diçin û nêzîkî gundên Til Ebyedê bûne.

 

Herwiha li aliyê başûrê Kobanî jî bi derdora 30 kîlometran, hêzên kurdî li başûrê gundên Qumçî û Berxbatanê ber bi çerxerêya Sirînê ve pêşde diçin.

 

Li rojavayê Kobanî jî bi derdora 30 kîlometran, hêzên kurdî li derdora gundên Cibnê û Pendir ber bi çemê Ferat û bajarokê Şiyûx ve pêşde diçin. 

 

Hêzên kurdî zêdetirî 150 gundên Kobanî ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine û dema ragihandina rizgarkirina tevahiya hemû gundên Kobanî nêzîk bûye.