12:26:23
Rojava News: Ew du kesên ku par payîzê li Hewlêrê melayek kuştibûn, tên dadgehîkirin.
Îro 2 kesên ku 22 Cotmeha par li taxa Behar ya Hewlêrê melayê bi navê Hoşyar Îsmaîl li ber deriyê mala wî kuştibûn, tê dadgehîkirin.
Asayişa Hewlêrê piştî girtina wan ragihandibû ku her du tohmetbaran li sûcê xwe mukir hatine.
Mela Hoşyar Îsmaîl, melayê mizgefta Omber Bindiyan ya Hewlêrê û endamê Yekgirtûya Îslamî bû.