13:26:15
Rojava News: Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku pêvajoya serxwebûna Kurdistanê destpê kiriye û kes nikare pêşiyê lê bigre.
Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di civîna Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de bi mijara referandum û serxwebûna Kurdistanê gotarek pêşkêşkir û got: "Di meseleya referandum û mijara serxwebûna Kurdistanê de bi tu awayî em gavan bi paşve navînin. Lê divê em xwediyê wê biryarê bin, em weke netew divê pêdagîriyê li ser wê yekê bikin û bi tu awayî ji mafê xwe neyên xwarê û ji hemû gel û netewên dinyayê bibêjin ku em kêmî mafê xwe razî nabin ev yeke mafê meye."
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa girîngiya serxwebûnê kir û got: "Hin mirov hene naxwazin referandum were encamdan, lê em bi gotina wan kesan nakin û guh nadinê, bi tu awayî ji referandumê navegerin û em e di wextê wê de bikin. Nabe çavê me li wê yekê be her û her li paş be û xelkê din hikumraniyê li me bikin, kesek nikare li welatekî çavê wî li postekî din be û were vir rênmayan li ser çawaniya encamdana referandumê bide me."
Serokê parastinê Barzanî di dirêjiya gotara xwe de behsa têkiliyên Hewlêr û Bexdaye jî kir û got: "Di pêvajoya dîrokê de kurd rastî gelek êş û azaran hatin. Li hemberî gelê me jenosîd, Enfal, Helebçe û pir şêweyên cuda jiyana me tarî kirin. Muçeyên karmendan birîn, ambargo danîn û hê bi gelek tiştên din. Lê digel van hemû neyîniyan jî nikaribûn îradeya gelê kurd a serxwebûnê bişkînin. Em dixwazin wek cîranên baş li kêleka hev di nava aramî û aştiyê de ligel Bexda û cîranên xwe yen din bijîn."