Rojava News: Di hevdîtinên 4emîn ên Astanayê de rêvebirê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Fûad Elîko destnîşan dike ku Rûsya li pey çareseriya siyasiye.
Hevdîtinên ku bo çareseriya aloziya Sûriyeyê li Astana ya paytextê Kazakistanê tê lidarxistin berdewam dikin. Civîna 4emîn ya Astana ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tê lidarxistin dê 2 rojan bidome û hemû alî daxwaza berdewamiya agirbest û çarseriya siyasî dikin.
Rêvebirê ENKSê Fûad Elîkoyê ku niha li Astanayê amade ye derbarê rewşa civînê de hin agahî da Sputnikê.
Elîko wiha axivî: " Hemû alî di mijara berdewama agirbestê bi biryar in. Aliyên civînê wê komîteya parastina agirbestê ava bikin. Mijara sereke ya civînê rawestandina şer e û wê bo vê yekê gelek gotûbêj bên kirin. Herwiha ji bo şandina alîkariya mirovî bo herêmên di bin dorpêçê û şer hene jî gotûbêj têne kirin."
Elîko di dewama axaftina xwe de diyar dike ku wê niha gotûbêjên siyasî neyên kirin lewra wê hevdîtinin siyasî di civînên Cenevê de bêne kirin û wiha pê de çû: "Rûsya dixwaze li Sûriyeyê agirbest hebe û bo vê yekê fişaran li Sûriye û Îranê dike. Lewra ger di hevdîtinên Astanayê de agirbestek dewamî neye ragihandin dê ti wateya civînan nemine. Rûsya dixwaze pirsgirirêk bi rêyeke siyasî bê çareserkirin."