Print this page

4 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê xeniqîn

9:39:11 AM

RojavaNews: Li ser sînorî di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de 4 zarokên koçber ên ji bajarê Dirbêspiyê yê Rojavayê Kurdistanê xeniqîn.

Dema ku çend koçberên Rojavayê Kurdistanê dixwestin bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, sê jê xûşk û biryaên hev in bi giştî 4 zarok di nav ava robara Mawan de xeniqîn.

Heya niha jî termê 2 bira û xuşkeke wan hatine dîtin û ber bi Şemzînan li Bakurê Kurdistanê hatine veguhastin.

Cenazeyên zarokan dê bi deriyê Şenturkê re bi awayekê fermî bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin.