11:12:00
Rojava News: Asayişa ser bi PYDê li Efrînê ve, 5 girtiyên siyasî yên PDK-S serbest berdan.
Ofîsa ragihandina Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Asayişa Rêveberiya Xweser 5 endamên wan azad kirine.
PDK-Sê daye xuyakirin, ku ew endamên wan ji ber bûyerên Xane Sorê yên li Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin.
Li gorî daxuyaniyê, her yek ji Mihemed Mistefa Ehmed ji gundê Şêx Çeqelê, Nebî Horo Hesen ji gundê Sinarê, Ednan Cabo Îbrahîm, Emmar Ednan Hancî ji gundê Maretê îro hatine berdan.
Herwiha hat ragihandin, ku hîn 4 girtiyên PDK-S di zîndanên Rêveberiya Xweser a li Efrînê de ne.
PDK-Sê li Efrînê ji Asayişê xwest, ku wan her 4 girtiyên mayî jî serbest berde.