14:11:33
Rojava News: Qayimeqamê Mêrgesorê li Başûrê Kurdistanê ragihand, qaçaxaçiyên ku malbatên wan 4 zarokên ku di Çemê Mawan de xeniqîbûn, ji aliyê hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê ve hatine girtin.
Berî sê rojan di Çemê Mawanê de, ku dikeve ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê de, 4 zarokên Rojavayê Kurdistanê xeniqîn. Wan zarokan tevî dayika xwe û hejmareke awareyên din bûn, ku hewl dabûn, ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê û nav axa Tirkiyê bibin, lê belê hêzên Tirkiyê rê nedabûn wan.
Qayimeqamê navçeya Mêrgesorê Xefûr Ehmed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re aşkere kir, qaçxçiyên ku ew zarok û awareyên din biribûn ser sînor, ji aliyê hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê ve hatine girtin.
Xefûr Ehmed got, ew li ser wê yekê kar dikin ku sînor bi temamî biparêzin ji bo ku careke din, qaçaxaçî nekaribin baziraganiyê bi jiyana koçberan bikin.
Qayimeqamê navçeya Mêrgesorê herwiha eşkere kir, ku bi tenê di vê mehê de 14 qaçaxaçî û berê jî 20 qaçaxçî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li navçeya Mêrgesorê hatine girtin.