Print this page

Daxwiyaniya PDKSê ji bo raya giştî derbarê siyaseta PYDê û kiryarên wê

 1:49:35 AM

RojavaNews_Qamîşilo: piştî çend heyvan ji şioreşa Sûriyê, Partiya Yekîtiya Dîmoqratîk (PYD)ê derket û xwe da ser hev , di destpêka Şoreşa Sûriyê de PYDê tevlî civînên Tevgera Kurdî bo bimebesta gehiştin bi nerînek e hevbeş derbarê Şoreşa Sûriyê de ,lê PYDê zû li xwe vegera û civînên Tevgera Kurdî baykot kir û êdî amede nebû, dema ku pişinyara Kongira Netewî ji bo avakirina Encûmeneke lêvegera kurdî hat kirin, ji bo yekxistina nerîn û helwestên Partiyên Kurdî .  

PYDê ji destpêkê de li gel rêza Pratiyên Kurdî hev negirt , piştire Çend gropên çekdarî avakir bihaneya parastina Herêmên Kurdî , piştre diyar bû  weko hemi dizanin PYDê xwe bi aliyê Rejêma Sûriyê û Hevalbendên wê xist bê çi garantiyeke siyasî , ji wê demê û pêve nakokî û mimilaniya siyasî navbera PYDê û Encûmena Niştîmaniya Kurdî ya ku 26/10/2011 e damezraye,  lê PYDê biberdewamî hewl dida Encûmenê bikşîne aliyê xwe û tevlî siyaset û helwêsta xwe bike, nihîniya sernekeftina Rêkeftinên(Hewlêr 1 , Hewlêr2, Dihok) navbera ENKSê û TEV_DEM a ku PYDê çêkirye, ewe ye ku PYDê ne karîbû beşdarî biryarên ENKSê yên siyasî bibe ji ber zalbûna desthilata Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê li ser Rêveberiya PYDê û Şiyanên wê de. 

Piştî peresendina ku li ser Qeyrana Sûriyî de hatî û tayîbetî piştî derbazî civaka navdewletî buyî û rola Encûmanê a Siyasî berçav buyî ji ber tevlîbûna wê di Şoreşa Sûrî de û derbazbûna ENKSê nav Opezisiyona Sûriyê û beşdarîbûna ENKSê li civat û Kongirên Navdewletî , bitayîbetî Asîtana , Cinêv û Riyad û herwekî wan, dijminatiya PYDê ji Encûmena me û Partiyên wê re zêde tir bû , biawayeke tayîbet jî Partiya me (Partiya Dîmoqrata Kurdistana _Sûriyê), PYDê mil da zordariyê û siyaseta binpêkirinê û terorê ji kuştin û girtinê(hêjmara qurbaniyên tawanên kuştinê gehişte 48 Şehîdan biawayekî dîkomêntarî nivîskî), serbarî sedan girtî û revandî , zorbeyên wan jî Serkirde û Kadiroyên Partiyan Yên Pêşketî bûn, zêdebarî van kiryararan, PYDê dest bi koçkirna bizorê a hezaran ji Ciwanan kir bihaneya Leşkeriya Xwe Ya Neçar, PYDê dest bi sepandina Mîtodên Perwerdeya xwe ya siyasî hizrî kir li ser dibistanên Rojavayê Kurdistanê biarmanca paşdexistan Nifşeke ji Xwedekarên Kurd û zêdekirina bacê li ser Gelê Kurd . herwisa PYDê berdewame di daxistina Ofîsên ENKSê û Partî û Pêkhateyên wê de , dawî kiryarên PYDê duwemîn car daxistina Ofîsa Navendî A ENKSê bizorî bû piştî dest biser civîna Emîndariya Giştî Ya ENKSê de girtî li Ofîsa Navendiya ENKSê û Hemî Endamên Wê Yên amedebuyî li civînê de,girtin  .

Ev Partî "baskê Sûrî yê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK" dijminatiya xwe ji bo Partiya me û Partiyên Encûmenê û Pêkhateyên wê na veşêr e, lê belê Eşker e dijminatiya Rêbaza Kurdayetiyê û Pirojeya Netewiya Kurdistanî ya ku Serok Mes,ûd Barzanî Rêveberê wê ye, dike  . Ew Pirojeya ku biawayeke bihêz û bipiştgiriya Heval û Dostên Gelê Kurd birêve dice, lewra eger heye Ev Partî û Desthilata xwe barê zordariyê û kiryarên binpêkirinê û siyaseta tune kirin derbarê Bizava Kurdî û Gelê Kurde li Rojavayê Kurdistanê zortir bike.

Îro , bo vê Partiyê diyar dibe ku hevalbendiya hinek aliyên Navdewletî bi wê re , demikî ye û ji bo merem û mebestên demikî ne mina Şerê li dijî Daişê , tê wê wateyê ku evan Aliyan çi hevalbendîyeke Siyasî istraticî rastî bi PYDê re girê ne dan e tenê Têkilyên Leşkerî bi wan re dikin, û bi dawî tên bidawî hatina mebest û mereman, vê yekê jî tevlheviyek di hizrê PYDê de çê kir û Ew jete rewşeke Hêstiriyayî  , ji ber ku Ew aliyên Navdewletî rasitiya siyaset û eqliyeta îdlojiya PYDê ji nêzîk ve nas dikin û dizanin PYDê nêzîkî Hêz û Rêxitinên giştgêriye yên ku Dewletên Cîhanî guhertina wan kirine armanca xwe bo guhertineke dîmoqratik , Evê yekê jî sernekeftina wê ya Siyasî û Leşkerî jî dopat kir, û herwisa bêhêzî û şiyanên PYDê derxist ku ne karî bû wan aliyên navdewletî bawerkirin bide bi Îdolojiya xwe , tevî ku zarav û destewajeyên hemecor mina Netewa Dîmoqratik bikar anî.  

Divê PYDê bizane , ku hevkêşeya Siyasî hatiye guhertin , û qunaxa bê xizmeta Siyaseta Wê nake , Pêşeroja wê dimetirsiyek e mezin de ye (Rêveberiya wê ya Xwe ser )wê li ber bayê diçe çi zû be an dereng be,û divê zû li Siyaseta Xwe vegere dest ji kiryarên xwe ber de , dev ji destewajeyên xwe yê Îdolojîkî ber de , verger reftarên aqilane bo danûsitandin bi Siyasetê re, herwisa ji bazina Ecnîdayên dijmin derkeve , piştrast bike Ew yek ji pêşengê Netewa Kurdî ye di bizava Kurdî de, û divê PYD e bizane ne Himbêza Gelê Kurd be kes wê baweş nake , û kar ji bo rêxweş bike ji vegera Rêkeftinên di navbera ENKSê û TEV_DEM de, bitayîbetî Rêkftina Dihokê ya Dawî , Tenê Eve ye riya rizgarkirinia PYDê û Ewe derfeta Dawî Ya PYDê Ye…

Di dawîyê de, Em banga xwe ji PYDê re dubare dikî ji bo helwêsta xwe biguhere û çi Endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê û hemi Endam û Kadiroyên Siyasî Yên Partiya me (Partiyî Dîmoqrata Kurdistana _Sûryê) û Endamên Partiyî û Pêkahteyên din nava ENKSê de serbest berdin û êdî bes Ofîs û Baragayên me dabixe, ji ber ku Emê berdewam bin cîbicîkirina Biryara Encûmena Niştîmanî Kurdî derbarê dubare vekirina Ofîsên xwe, ango divê PYDê vegere li ser hişê xwe.

li 12/5/2017

Pûlîtbîrûya

Partiya Dîmoqrata Kurdistana _Sûryê(PDK_S)