Print this page

Çekdarên PYD rojnamevan Berzan Hisên revand

7:29:02 AM

RojavaNews: Çekdarên partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh roja şemiyê 13 . 5 .2017  rojnamevan Berzan Hisên li bajarê Rimêlan revand.

Birayê Berzan Gulal Liyanî li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî, ku PYD dora seet 12:30 nîvro berzan tev turumpêla wî ji nîva bajarê Rimêlanê revand.

Tê zanîn ku Berzan Hisên nûçegihanê bernama ARKê ye di kenala Zagrosê de.