10:07:22
Rojava News: Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, ji bo mijara Serxwebûn û rewşa herêmê guftigo bike, diçê Amerîkayê
Mesrûr Barzanî derbarê paşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê de li saziya The Heritage Foundationê ziyaretek pêk tîne. Mesrûr Barzanî dê roja 16ê Gulanê li Amerîkayê be.
Hat ragihandin dê di vê hevdîtinê de rewşa Mûsilê ya piştî nemana rêxistina terorîst a DAIŞê û helwêsta herêma Kurdistanê ya derbarê çawa rêvebirina bajêr de bike. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, dê di dîdariya xwe ya Amerîkayê de behsa pêngavên vegera koçberên Mûsilê û pêşîlêgirtina terorîstên DAIŞî yên li Mûsilê de hevdîtinan bike. Her wiha hebûna dewleta Iraqê, referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û bandor û reaksiyonên li hember serxwebûnê jî mijara gotara wî ne.
Mesrûr Barzanî li ser nexşerêya serxwebûna Kurdistanê û paşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî bipeyiv e.