10:24:06
Rojava News: Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh pêşwaziya nûnerê serokê Amerîkayê yê hevpeymaniya li dijî DAIŞê Brett Mc Gurk û şandeya li gel kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şandeya li gel kir, ku ji Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross pêk hatibû.
Li gorî daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de, Brett McGurk û şanda pê re, bi boneya serkevtinên dawiyê yên li hember terorê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge kirin û hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo ji holê rakirina terorê li Mûsilê û derdora wê bilind nirxand.
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî McGurk û şanda amerîkî piştgiriya xwe ji bo her pêngavekê ku proseya siyasî li Herêma Kurdistanê cihgir bike û berdewamiyê bide diyaloga navbera pêkhateyan, anîn ziman. Li ser mijara têkiliyên navbera Hewlêr û Waşinghtonê jî şanda Amerîkayê amaje bi wê jî kir ku pêwendiyeke tund û bihêz di navbera Amerîkayê û Kurdistanê de heye û hikûmet û xelkê Amerîkayê dixwazin ku ew pêwendî berdewam bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya herdu şandeyên Amerîkayê kir û got: "Herêma Kurdistanê hejmareke mezin aware û penaberên destê terorê li xwe girtiye û di çend mehên dawiyê de jî zêdetir ji 35 hezar birîndarên şerê rizgarkirina Mûsilê, ji Artêşa Iraqê, li Herêma Kurdistanê hatine çareserkirin, lê belê ji aliyê Bexdayê ve weke pêwîst alîkarî di vî warî de nehatiye kirin."