Print this page

Endamekî Xwecihiya Dirbêsiyê ya ENKSê hate binçavkirin

13:13:15

Rojava News: Li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve endamekî Xwecihiya Dirbêsiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kirin.

Li gorî nuçeya K24ê Endama Nivîsgeha Ragihandinê ya Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Mîdya Salih gotiye;  doh demjimêr 15:00 hêzên ser bi YPGê endamê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê û endamê Xwecihiya Dirbêsiyê ya ENKSê Mihemed Hac Fetah li gundê Xatûniyê binçav kirin.

Ji demekê ve hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve, baregeh û nivîsgehên ENKSê û partî û rêxistinê ser bi wê ve bi hinceta wernegirtina moletê digirin.

Herwiha tê zanîn ku, ji hefteyekê ve Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam girtî ne.