Rojava News: Çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê ji tirsa êrişa Hêzên Pêşmerge dest bi teqandina wan piran kirine ku Başûrê Kurdistanê bi Iraqê ve girê didin.
Hêzên Pêşmerge li sînorê Kerkûkê xwe ji êrişa li dijî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê re amade dikin, ji ber ku bi gotina wan, ji bo dûrxistina destê DAIŞê ji navçeyê, divê navçeya Hewîce jî ji destê DAIŞê were derxistin.
Amadekariyên Hêzên Pêşmerge bo êrişeke berfireh li wê deverê, tirs xistiye dilê DAIŞê, lewma di nava 2 rojên borî de, çekdarên wan dest bi teqandina wan piran kirine, ku di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de ne.
Di nava 2 rojên borî de çekdarên DAIŞê 2 pirên mezin teqandin, ku yek ji wan navçeyên Reşad bi Kerkûkê ve girê didan û yê din jî dikeve navbera gundê Mekteb Xalid û Nehrewan.
Lê fermandarên Hêzên Pêşmerge dibêjin ku teqandina wan piran nabe rêgir li pêşiya êrişa wan yak u li hêviya biryarê ne.
Pêşmerge bi tundkirina çeperên xwe li Kerkûkê dilxweş in û daxwaz ji malbatê xwe dikin, ku dema ew şehîd bibin ti kes cilên reş li xwe nekin, ji ber ku ew dibin çehîdên ax û welatê xwe.