10:16:29
Rojava News: ENKS nepabendiya xwe bi belgenameya Çarçoveya Cîbicîkar a Dijbereya Sûriyê ragihand.
Di daxuyaniyekê de Sekretariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, ku ew pabendî belgenameya Çarçoveya Cîbicîkar a Desteya Bilind a Danûstandinan a Dijnereya Sûriyê nabe.
Li gorî vê daxuyaniyê ENKSê, hêj xalên nakokiyê di vê belgenameyê de hene û ew xal li gorî pêşniyarên ENKSê nehatine sererastkirin.
ENKS herwiha destnîşan kiriye, tevî sozên ku hatibûne dan, ti guhertin di belgenameyê de çê nebûne, bi taybetî derbarê pirsa Kurdî li Sûriyê de, ku neteweya duyem e li vî welatî.
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku derbarê parastina mafên neteweyî, zimanî û rewşenbîrî yên Kurd di destûrê de, di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de jî ti guhertin pêk nehatine.
Tê zanîn ku di 2 rojên bihorrî de Sekretariya Giştî ya ENKSê di civînan de bû ji bo gotûbêjkirina naveroka Belgenameya Çarçoveya Cîbicîkar a Desteya Bilind a Dijbereya Sûriyê.
Di encama wan civînan de, ENKSê ew daxuyanî belav kiriye.