Print this page

DAIŞê li Xurmatûyê êrişî hêzên Pêşmerge kir: Kuştî û birîndar hene

10:38:37

 

Rojava News. Hat ragihandin ku îro berê sibehê seet li derdora 03.20an milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Xurmatûyê êrişî çeperên hêzên Pêşmerge kir.

Îro berê sibehê rêxistina terorîst a DAIŞ êrişî çeperên hêzên Pêşmerge yên başûrê navçeya Xurmatûyê kir û li gorî çavkaniyên herêmî êrişa wê hat şikandin û hejmarek terorîstên DAIŞî hatin kuştin û çend jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê Fermandarê fewca duyem a liwaya 5 ya hêzên Pêşmerge Muqedem Farûq Ehmed ragihandiye ku îro berê sibehê seet 03.20an milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞ ji aliyê pira Zerge ve êrişî çeperên hêzên Pêşmerge kiriye, lê piştî du seetan êrişa DAIŞê hatiye şikandin û wesayîteke rêxistina DAIŞê jî hatiye şewitandin.