10:24:23
Rojava News: Sê endamên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji aliyê PKKê ve hatine revandin û nayê zanîn çi hatiye serê wan.
Sê endamên polîtburoya PDK-Sê (Muhsin Tahir, Neşet Zaza û Beşar Emîn) ku ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin nayê zanîn li ku ne û çi hatiye serê wan.
Li gor zanyariyan Neşet Zaza çend roj berê li bajarokê Tirbespiyê hatibû revandin. Çekdarên PKKê derengiya şevê ketibûn mala wî û ew revandibûn. Nayê zanîn çi hatiye serê wî.
Herweha şeva borî jî çekdarên PKKê ketibûn mala Beşar Emîn û hevjîna wî jî revandibûn