Print this page

Zêdetirî 1000 şervanên êzîdî ji PKKê veqetiyane

12:00:03

 

Rojava News: Fermandarên Pêşmerge li Şingalê dibêjin, heta niha zêdetirî 1000 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane û tevlî Pêşmerge bûne.

Fetmandarê Pêşmerge li Şingalê Hasim Sîteyî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Hejmareke pir mezin ji Kurdên Êzîdî dest ji PKKê berdane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne, nexasim jî piştî ku siyaset û nêta PKKê ji wan re eşkere bû.”

Wî feramdarê Pêşmerge wiha got: “Ew çekdarên ku ji PKKê cuda dibin, tên nava Hêzên Pêşmerge û perwerdeya leşkerî dibînin û bi fermî dibin Pêşmerge.”

Sîteyî anî ziman ku beşek pir mezin ji Êzdiyan ji PKKê dûr ketine û piraniya wan hatine û bûne Pêşmerge û cudabûna wan çekdaran berdewam e.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo jî ragihand, hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û heta niha hejmara wan kesan 1000 derbas kiriye.