Print this page

Li Mêrdînê wê pêşbirka navnetewî ya bisiklêtê bê lidarxistin!

13:36:47

 

Rojava News. Tura Bisikletê ya Şaristaniyan ya Navnetewî wê li Mêrdînê birêve biçe.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Federasyona Bisikletê ya Tirkiyeyê ve hatiye dayîn, organizasyona Tura Bisikletê ya Şaristaniyan ya Navnetewî wê li sibehê li Mêrdînê dest pê bike.

Destpêka sembolik sibê 23ê gulanê saet 14:00an de wê li Qada Komarê ya Mêrdînê pêk bê.

Roja duyem ya pêşbirka ku gelek kes û welatî beşdar bibin wê li Êlihê berdewam bike. Pêşbirk roja seyem wê li Amedê bi dawî bibe.