Print this page

Heft Rêkxistinên Mafnasiyê Binpêkirinên Milîtanên PYD Pirotesto Dikin

8:22:38 PM

RojavaNews: Heft rêkxistinên mafnasiyê daxuyaniyeke hevbeş derxistin tê de daxwaz kirin ko milîtanên Yekîtiya Dîmuqrat girtiyên siyasî yên li dev xwe azad bike û dev ji siyaseyaseta zordarî û revandinê û siyaseta devgirtinê berde. Daxuyaniya rêkxistinên mafnasiyê doz li milîtanên PYD kirin ko dev ji girtina kotekî û rawestandina siyasetmedaran berde, û ev rêkxistin dibînin ko ew “li derveyî yasayê ne û binpêkirina mafên mirovan û azadiya bingehîn dikin, li gora hemî peymanên navdewletî.

” Rêkxistinên ko imze kirine daxwaz dikin ko “yekser û bêmerc girtiyan berde, eger çi tawankarî nekiribin, û wan bidin dadgehên dadwer , û dabînkirî be ko pêrabûnên dadgehê li gora pirinsîbên desteyên Netewên Yekbûyî bin.

” Heft rêkxistinên ko berevaniya mafên mirovan li Sûriyê dikin imze kirine, her weha emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî doh daxuyaniyek derxist û got: “kirdeyên nerewa yên ko milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat derheqê serpereşt û kadirên Encûmena Niştimanî û partiyên wê dike, tev de nîşanên têkçûna wê ne çi li hindir û çi li derve be.

” Daxuyaniya dezgehên mafnasiyê wisa bidawî hat: rêkxistinên berevaniya mafên mirovan li Sûriyê dikin radigehînin ko ew piştgiriya xwepêşindan û civîn û xwenîşandanên aştiyane û derbirîna daxwazên xwe li gora belgehên rewa û yên dadwer dikin, çimkî mafê xwepêşindanên aştiyane di hemû belgeh û peymanên navdewletî parastî ne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî