Print this page

Qamişlo: PYD endamekî din yê PDK-S revand

 

 

Rojava News: Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) endamekî Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) binçav dike.

Li gor çavkaniyên navxweyî  li Qamişlo ragihandin, vê êvarê Asayişa PYD li ser riya di navbera Qamişli û Tirpespiyê li nêzîk gundê Xezna, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah binçav kir.

Tê zanîn, roja 21 vê mehê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê û endamê Polîturoya PDK-Sê û endamê Emîndariya ENKSê Beşar Emîn binçav kir. Herwiha endamê Polîtburoya PDK-Sê û Neşet Zaza û Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam ji roja 9 Gulanê ve jî girtî ne.