Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi daxuyanîyekê êrîşa terorî ya li Mancehester Arena ya Brîtanyayê rû pêk hatibû bi tundî şermezar kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Brîtanyayê re xwest.
Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Gelek bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku şeva borî konsêrteke hunerî li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê kire armanc, ku tê de hejmarek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim, piştevan û hevxemê wan im, hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de diyar kir: "Dubarebûna bûyerên terorîstî li bajar û navçeyên cuda cuda yên cîhanê, tekezî li ser pêwîstiya bertekek bihêztir li dijî terorê û terorîstan û têkoşîneke berfirehtir li ser asta navdewletî bo nehîştina hizra tundrewiyê û terorê dike."
Serokwezîrê Kurdistanê di dawîya peyama xwe de destnîşan kir: "Hêvîdarim ku careke din Brîtanya û cîhan jî tawanek bi vî awayî nebînin."