Rojava News: li Bakurê Kurdistanê, ji aliyê kurdên zaza ve partiyeke bi navê Partiya Gel a Zazayan tê damezrandin.
Li gor nûçeya rojnameya Duvar, ji bo damezrandina Partiya Gel a Zazayan xebat hêdî hêdî bidawî dibin, Hat ragihandin, ku li Enqerê ji bo navenda giştî ya partiyê cihekî taybet hatiye kirêkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin, ku di dawiya vê hefteyê de, di civîna encumena damezrêner de rêziknameya partiyê dê were amadekirin, Pişt re jî, ji bo damezrandina fermî daxwazname ji Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê re wê were pêşkêşkirin.
Li 17 bajarên bakurê kurdistanê kurdên zaza hene, Li gor agahiyan di parlementoya Tirkiyê de 63 parlementerên zaza hene, Piraniya wan parlementeran ji AKPê ne, û eger destûr were dayîn ku Partiya Gel a Zazayan were damezrandin, wê hejmar partiyan li Tirkiyê bibe 93.